Di Şahiya Biharê ya Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê de destûr nedane konsereke bi kurdî pêk bê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, wê li Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê, Şahiya Biharê pêk bê. Koma muzîkê ya bi navê Stêrka Karwan jî wê konserek bida. Lê bêyî ku sedeme bê nîşandan, konsera komê ji bernameyê derxistine.
Di 13ê Gulanê de li navçeya Kocaeliyê Derinceyê şaredariya AKPyî konsera Aynûr Doganê, li navçeya heman bajarî Çayirovayê dîsa şaredariyeke AKPyî nîşandana lîstika şanoyê ya bi navê “Don Kîxot” ya Şanoya Bajêr a Amedê betal kiribû. Di 16ê Gulanê de jî Walîtiya Mûşê, konsera Metîn Kemal Kahramanî qedexe kiribû.
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) a Şaxên Bedlîsê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û betalkirina konserê şermezar kiriye.
Di daxuyaniyê de KESKê gotiye, konsera Stêrka Karwan belesebeb hatiye betalkirin: "Em vê feraseta Zanîngeha Bedlîsê ya ku nehiştiye ev kom û ciwan bigihên hev du şermezar dikin. Li dijî feraseta nijadperest û tekparêz bijî kurdî! Bijî muzîka kurdî." (FD)