Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Çekerekê, navçeya Yozgatê êrîşî karkerên kurd kirine ku ji Dêrika Çiyayê Mazî ji bo kar çûne wê dere. Mixtarên hin gundan ji bo êrîşî karkeran bikin hin kom birêxistin kirine û ji karkeran xwestine ku baca rê bidin wan. Qeymeqamtiyê gotiye “Em nikarin we biparêzin” û karker ji navçeyê hatine derxistin.
“Baca rê” ji wan xwestine
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya ku li Ajansa Mezopotamya hatiye belavkirin, karker ji bo kar bikin çûne gundên Bazlamaç û Kayalarê. Lê hin koman êrîş birine ser wan. Piştî êrîşî karkeran hatiye kirin, karker neçar mane ji Yozgatê biçin. Cenderme heta Meletiyê bi karkeran re hatine û piştî wê karkeran ber bi Dêrika Mêrdînê ve çûne.
13 malbat di meha Gulanê de ji bo karê şîrketekê çûne Çekerekê ku şîrketê karê Midûriyeta Daristanan girtiye ser xwe. Malbatan konên xwe li ser erdê xezîneyê danîne û liv ir mane. Lê piştî demekê mixtarên hin gundan bela xwe li karkeran dane û xwestine ku “baca rê” bidin. Karkeran gotine ku ew der milkê xezîneyê ye û ew ê pereyan nedin.
“Em ê nehêlin hûn li vir bihewin”
Mixtarên 18 gundên Çekerekê di 18ê Tîrmehê de civiyane û çûne girtine ser karkeran. Ji wan xwestine ku serê konî hezar TLyî bidin. Karkeran dîsa pere nedane û gotine hayê rayedarên qeymeqamtiyê ji wan heye. Li ser vê rewşê mixtaran gundî komkirine û hiştine êrîşî karkeran bikin. Êrîşkaran ji karkeran re gotine “Em ê nehêlin hûn li vir bihewin.”
Piştî wê jî qaymeqamtiyê gotiye “em nikarin we biparêzin” û karker ji Yozgatê derxistine. (SO/FD)