Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî encamên nefermî yên lilbijartina pêşwext, li Yewnanistanê Partiya Demokrasiya Nû, ji sedî 39,8ê dengan bi dest xistiye û bi ser ketiye.
Kiriakos Miçotakis serokê Partiyê ye û ji sedî 11,5 dengên xwe ji yên SYRIZAyê, partiya desthilatdar zêdetir kiriye. Li gorî van encaman Miçotakis wê bikaribe bi tena serê xwe hikûmetekê ava bike.
Aleksis Çipras, Serokê SYRIZAyê piştî hilbijartinê axivî ye û gotiye, “Em ê rêzê ji vîna gel re nîşan bidin”.
Miçotakikî jî wiha nirxandin kiriye: “Yewnanî axivî ne. Biryara wan tekez e. Gelê Yewnanistanê dixwaze mezin bibe, kar bibîne, ewlehî çêbibe û weke tê xwestin welatê wî ji nû ve were avakirin”.
Partiya Berbanga Zêrîn ji derveyî parlamenê maye
Partiya Demokrasiya Nû ji sedî 39,8ê dengan bi dest xistiye û li gorî van encaman wê li parlamenê 158 parlamenterên wê hebin.
SYRIZAya ku ji sala 2015ê û vir ve desthilatdarî di destê wê de ye, dema ji sedî 90ê sendoqan vebûbû, ji sedî 31,6 deng bi dest xistiye. 86 parlamenter wê li parlamenê nûneriya SYRIZAyê bikin.
Partiya Berbanga Zêrîn ya ku rastgirparêz in ji sedî 2,9 deng bi dest xistiye. Li Yewnanistanê benda hilbijartinê ji sedî 3 ye û ev Partî wê nekaribe bikeve parlamenê.
Partiya Komunîstan a Yewnanîstanê (KKE) bûye xwediyê 15 kursiyan û Tevgera Guherînê ya Sosyalîstan (KINAL) bûye xwediyê 22 kursiyan. Her weha MERA25, partiya Yannis Varoufakisî bi 9 parlamenteran wê li parlamenê be. Varoufakis di serdema nû ya hikûmeta SYRIZAyê de wezîrê aboriyê bû. (AS/FD)