Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Yewnanistanê pêşnûmeya wê yaseyê hat qebûlkirin ku ji bo guhertina zayendê êdî wê testên tibî û “bêparbûna daimî ya ji zayinê” ne mecbûrî be.
Kesên azib û temenê wan ji 15yê zêdetir bi vê yaseyê bêyî stewrbûn/xesandinê (bêparbûna daimî ya ji zayinê) û testên tibî wê karibin guhertina zayendê di nasnameyên xwe de çêbikin.
Yasa bi 171 dengên “erê” hat qebûlkirin ku di parlamentoyê de 300 kes hene. Partiyên muhafazakar û Dêrê bertek nîşanî vê yasayê dikirin. Serokwezîr Aleksis Tsiprasî got “Ti kevneşopî û ti nêrîna malbatî hewce nake ku mirov ber bi kendala civakî û sazûmanî ve dahf bidin.”
Ji bo guhertinê kampanya hatibû birêve birin
Transgender Europe, ILGA-Europe û Rêxistina Efûyê ya Navnedewî li gel rêxistinên Greek Transgender Support Association (SYD), Colour Youth û All Out, ji bo ku nasnameyên trans li Yewnanistanê bi awayekî yasayî bên naskirin daxwaza reformeke adilane kiribûn û îsal kampanyayek lidar xistibûn. Qasî 24 hezar kes beşdarî vê kampanyayê bûbûn û ji bo guhertin di pêşnûmeya yasayê de çêbibe bang li hikûmeta Yewnanîstanê kiribûn.
Li Tirkiyeyê stewrkirin/xesandin mecbûrî ye
Xala 40emîn a Yasaya Medenî li Tirkiyeyê, ji bo guhertina zayendê bêparbûna daimî ya ji zayinê weke şert û merc nîşan dide.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di adara 2015yê de biryarek derxist. Li gorî vê biryarê şert û mercên Yaseya Medenî ya Tirkiyeyê diyar dike xala 8emîn a dadgehê binpê dike ku ev xal mafê rêzgirtinê ya jiyana taybet saz dike.
Swêd tazmînatê dide transên ku hatine xesandin/stewrkirin
Hikûmeta Swêdê xesandin an jî stewrkirinê weke binpêkirina mafê mirovan qebûl kir û biryar girt ku ji bo transên heta 2013yê ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatibin xesandin an jî stewrkirin tazmînatê bide.
Li Arjantîn, Danîmarka, Malta, Almanya, Swêd û li hin eyaletên DYAYê mecbûriyeta guhertina zayendê hatiye rakirin. (ÇT/FD)