Fotogaf: AA
Li bajarê Larissayhe yê Yewnanistanê erd hejiyaye. Erdhej li gorî saeta herêmî saet di 12.16 deqîqeyan de û 7,8 kîlometro di bin erdê de çêbûye.
Enstîtuya Zanistên Erdê ya Atînayê aşkere kiriye ku erd bi pîleya 6ê hejiyaye û li pey wê jî erdhej dewam dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, medyaya Yewnanistanê gotiye li herêmê hin mal rûxiyane û li hin dêr û dibistanan ziyan çêbûne.
Erdhejê bandora xwe li Tesalya, Volos, Selanîk, paytext Atîna û Merîçê kiriye.
Her weha ji ber erdhejê têkilîdanîna bi van deran re zehmet bûye û li Elassonayê kesek di bin xaniyî de maye û birîndar bûye.
Ji gelî xwestine ku nekevin malên xwe
Akis Tselentis, Serokê Enstituyê diyar kiriye ku ew ê erdhejên li pey wê bişopînin û bila gel nekevin malên xwe.
Midûriyeta Perwerdeyê ya Tesalyayê aşkere kiriye ku wan hemû dibistan girtine û lêkolîna ziyanê destpê kirine. (FD)