Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh li nêzîkî Atînayê, paytexta Yewnanistanê li 15 deveran agir bi daristanê ketiye. Li gorî zanyariyan 60 kes mirine ku gelek ji wan li bajarokê bi navê Kizilhaç Matiyê mirine.
Hin laş di behrê de hatine dîtin
Rayedarekî ji ewlehiya peravên Yewnanistanê diyar kiriye ku laşê 3 jin û zarokekî di behrê de hatine dîtin.
Miltiadis Mylonas Alîkarê Midûrê Giştî yê Serwîsên Ambulansan diyar kiriye ku dema ew mal û wesayitên di dema şewatê de kontrol bikin, ihtimal heye ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibin.
Ev şewat, piştî şewata ku Tebaxa 2007ê li nîvgirava Peloponneseyê derketiye şewata herî mezin ya duyem hatiye qebûlkirin. Di şewata 2007ê de 63 kes miribûn.
Wê sê rojan şînê girê bidin
Ji ber kesên di encama agir de mirine, li Yewnanistanê ji bo sê rojan wê şîn bê girêdan. Serokwezîrê Yewnanistanê Çîprasî gotiye: “Îro Yewnanîstan şînê girê dide û ji bo windahiyên xwe em ê sê rojan şînê girê bidin. Lê niha divê em destûrê nedin ku girêdana şînê me ji kar bike lewre ev dema hanê ji bo têkoşîna bi şer, ji bo hevgirtin û wêrekiya me gelekî girîng e.”
Ji Qibris û û Îspanyayê alîkarî hatiye
Li ser daxwaza hikûmeta Yewnanistanê ji Qibris û Îspanyayê balafirên vemirandinê û agirkuj hatine şandin.
Aleksis Çipras Serokwezîrê Yewnanistanê ji ber agirî, serdana xwe ya Bosna Hersekî di nêvî de hiştiye û vegeriyaye Atînayê.
Tê texmînkirin ku ji ber germahiya zêde derketibe
Li gorî daxuyaniyên pêşiyê yên rayedaran, agir ji ber germahiya zêde derketiye. Hatiye diyarkirin ku ji ber bayê zêde agir zûtir belav bûye.
Hin rayedaran ji ajansa nûçeyan a AFPyê re diyar kirine ku dibe hin kesên dixwazin diziya malan bikin, agir bi daristanan xistibin. (PT/FD)
Çavkanî: BBC, Kahimerini