Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Di pêşangiya serokomariyê de û bi piştgiriya Şaredariya Stenbolê û Walîtiya Stenbolê de li Yenikapiyê li hewldana derbeya 15ê Tîrmehê mitîng hat lidarxisitin.
Di heman demê de li gelek bajarên din jî bi heman armancê mitîng tê lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên HDPê ji bo mitîngê nehatin gazîkirin.
Mitîng saet 17:00an de dest pê kir.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokê Meclise Îsmaîl Kahraman, Serokê Giştî yê AKPê Binalî Yildirim, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê MHPê Devlet Bahçeli, Serokê Sererkaniya Tirkiyeyê Hulusi Akar û yên bi wî re beşdarê mitîngê bûn.
Hunermendên weke Gulben Ergen, Mustefa Sandal, Işin Karaca, Funda Arar, Yavuz Seçkin, Hayko Çepkin, Ferhat Goçer jî beşdarê mitîngê bûn.
Kiliçdaroglu bêyî hevsera xwe beşdarê mitîngê bû.
Bahçeli: Ti ferqa me ji hev nîn e
Di mitîngê de ji lîderan axavtina yekem Serokê MHPê Devlet Bahçeli kir.
Bahçeli got: ‘Li ser me lîstikên mezin tên lîstîn. Dixwazin fitne têxin navbera me. We bi baweriyeke mezin biratiyê parast û we hewldana derbekirinê yêk bir.’
Bahçeli dawiyê de got: ‘Em dest bi pêngaveke nû bikin. Bi lihevkirina milî di çarçoveya hiqûq û çavdêriya mafên mirovan de em nexşeya siberojê çêbikin.’
Kiliçdaroglu 12 madeyan eşkere kirin
Piştî Bahçelî, axaftina duyem ji hela Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve hat kirin.
Kiliçdaroglu got: ‘Xwestin ku li dijî sîstema parlementeriyê derbe pêk bînin. Di dîroka komarê de hewldana derbekirinê ya herî xwîndar ev bû. 240 şehîdên me hene. Ew qehremanên demokrasiyê ne. Em wan ji bîr nakin.’
‘Min 12 madeyan amadekirin. Ez soz didim ku eger lîderên din jî qebûl bikin dê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibe û dê êdî xweşî û şahî li rûyê mirovan be.’
‘Em mizgeft, qişle û dadgehê nekin qada siyasete.’
‘Divê em di siyasetê de xwe rexne bikin. Em dîroka baş tehlîl bikin.’
‘Ji bo înşakirina dewletê, divê em liyakatê bikin xala sereke.’
‘Çi bibe jî, kîngê bibe jî divê em xwedî li demokrasiyê derkevin.’
‘Divê em xwedî li nirxên sereke yê komarê derkevin.’
‘Divê sîstema parlementerê were pêşxistin û ew sîstema zêdetir bi hêz be.’
‘Azadiya medyayê.. Eger şeva 15ê Tîrmehê medyaya azad nebûya, belkî wê ti kes derneketa kolanan. Divê her alî û hemû aliyên siyasî piştgirî bidin ji azadbûna medyayê re.’
‘Serxwebûn û bêalîbûna dadê gelek girîng e. Divê di vî warî de îktîdar û muxalefet ligel hev bixebitin û bi hev bişêwirin.’
‘Laîkbûn azadiya dîn û wicdanê ye, rêzgirtina li hemberî her ol û baweriyê ye. Divê her partî vê yeke bîne ber çev.’
‘Li welatekî eger rûyê jinan bikene ew der cihê xweşiyê ye. Şeva hewldana derbekirinê jî jin li herî pêş de li ser piyan bûn.’