Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Stenbolê, li nêzîkî Navenda Polîsan a 75. Yilê teqînek çêbûye. Kesek bi giranî birîndar bûye.
Bi teqînê camên navenda polîsan şikestîne, wesayitên li derdorê zerer dîtine.
Waliyê Stenbolê, Vasîp Şahînî da zanîn ku motorpisqilêtek hatiye teqandin û 10 kes birîndar bûne.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) çêkirina nûçeyên li ser bi nivîseka ji Serokwezîrîyê qedexe kir.
Hêj dîyar nebûye ka ji ber çi teqîn çêbûye
Walîyê Stenbolê, Vasîp Şahînî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye ku ''Li Navçeya Bahçelîevlerê, li caddeya Fatîhî bi teqandina motorpisqilêteka bombe lê hatî kirin, li gor tespîtên destpêkê pênc welatiyên me birîndar bûne, yek ji wan bi giranî birîndar e.''
(NV/MB)
Wêne: Bûlent Dorûk / Stenbol - AA