Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Yemenê ji sala 2015ê û vir ve şerê navxweyî berdewam dike. Di encama vê de xwarin kêm bûye û dermankirin jî zehmet e. Li gel vê rewşê, bandora krîza îklîmê jî çêbûye. Ji ber vê rewşa heyî, tenê di şeş mehên pêşiyê yên sala 2019ê de hejmara kesên tê texmînkirin bi nexweşiya kolerayê ketine, gihîştiye 440 hezaran.
203 hezar ji van, zarok in.
Tamer Kirolos, Dîrektorê Save the Childrenê yê li Yemenê gotiye, ew bakteriyên di nava avên ku nayên paqijkirin de dibe sedema gelek nexweşiyan. Kirolosî wiha berdewam kiriye: “Rêjeya nexweşiyan di çend hefteyê dawiyê de neguherî ne lê ji ber barana zêde û egera bobelata lehiyê em ditirsin ku ev hejmar bilind bibe. (PT/FD)
Fotograf: UNICEF
Çavkanî: Independent, UNICEF, Save the Children