Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bajarê Sanayê yê Yemenê balafirên Erebistana Siûdiyê li otêleka biçûk da.
Li gor nûçeya Reutersê ya kêm 35 kes mirine, li gor nûçeya Saba Newsê ya kêm 71 kes mirine.
Li gor hêzên Hûsî ku herêmê kontrol dike, hêzên Yemenê digel hêzên Erebistana Siûdiyê bi balafiran êrîş kiriye.
Nûçegihanê Yemen Postê, Hakim el Masmariyî eşkere kir ku balafiran êrîşî gelek cihên Sanayê kirine.
Çi bûbû?
Li Bakurê Yemenê hêza Hûsî ya ku ji şi’îyan pêk tê, di sala 2014ê de eşkere kir ku hilbijartin ne adilane hatiye kirin. Hûsî û hikûmetê şer kir.
Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî di şerî de ji 10 hezaran zêdetir kes mirine.(BG/AS/MB)