Li Yalovayê pisîkeka kûvî hatiye dîtin
Li Herêma Armutlûyê ya Yalovayê pisîkeka kûvî hat dîtin. Serokê Parkên Neteweyî, Serkan Erolî ji bianetê re got ji beriya niho bi tenê carekê pisîkeka kûvî hatiye dîtin.
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor dîmenên kamêreyên Wezareta Daristan û Avê, pisîkeka kûvî hatiye herêma Armûtlûyê ya Yalovayê.
Serokê Parkên Neteweyî, Serkan Erolî got dirûvên wê pisîkê baş nayên nasîn lê ji xelekên reş ên dûvikê pisîkê tê dîtin ku pisîkeka kûvî ye.
Erolî diyar kir ku pisîkên kûvî kêm têne dîtin, ji beriya niho di sala 2014ê de hatibû dîtin. (EKN/MB)
Pisîka Kûvî
|
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
