Li Yalovayê piştî pevçûna ku tê de 3 polîs mirin, li tevahiya bajêr di serdegirtinên hemwext ên DAIŞê de 42 kes hatibû desteserkirin. Ji wan 26 kes hatin girtin.
Di saet 02:00ê 29ê Kanûna Pêşîn de li Kolana Seher a Taxa Îsmet Paşaya Yalovayê li dijî DAIŞê operasyon pêk hat. Li malekê gule li polîsan hat reşandin û di encamê de polîsên bi navê Îlker Pehlivan (47), Turgut Kulunk (50) û Yasin Koçyigit (49) mirin û 8 polîs û notirvanek birîndar bûn.
Pênc jin û şeş zarok li navnîşanê sax hatin derxistin û di pevçûnê de 6 endamên DAIŞê di hatin kuştin.
Piştî bûyerê, 42 kes di serdegirtinên hemwext ên li seranserê bajêr de hatin desteserkirin. 5 kesên ku ji malê hatin rizgarkirin jî di nav de 42 kes piştî îfadeyên li emniyetê birin Edliyeya Yalovayê. Ji wan 26 hatin girtin, 16 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
(AB/AY)
