Tîmên Rêvebiriya Emniyetê a Bajarê Yalovayê li malekê li ser rêya gundê Elmalika ku serbi navenda bajêr e, li dijî DAIŞê operasyonek pêk anîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di dema operasyonê de şer qewimiye û di encamê de 7 polîs birîndar bûne.
Operasyona ku ji aliyê polîsên hêzên taybet ên ji Bursayê ve tê piştgirîkirin, bi tedbîrên ewlehiyê yên derdorê berdewam dike.
Her weha hat hînbûn ku tenduristiya polîsên birîndar baş e.
RTUKê weşan qedexe kir
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) derbarê operasyona li dijî DAIŞê a li Yalovayê de qedexeya weşanê ya demkî ragihand.
(VC/AY)
