Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê aşkere kir ku ji ber wê operasyon li dar bikeve li gundikên 3 gundên Xîzanê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye ragihandin, biryara qedexe duh saet 22.00ê de dest pê kiriye û ji bo dema qedandinê tiştek nehatiye diyarkirin.
Ev in gund û gundikên ku qedexe ji bo wan heye.
* Gundikê Karaağaç, Akbaş, Yedikardeş, Mollabirgiyê yê bi ser gundê Horozdereyê ve girêdayî,
* Gundikê Bağlarbaşı, Güvendik û Bereketê yê bi ser gundê Ağilözü ve girêdayî,
* Gundikê Düztepe yê bi ser Akşarê ve girêdayî.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku biryar di çarçoveya xala 11/Cyê ya Qanûna Birêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê de hatiye standin û “Bi şertê ku jiyana asayî ya li gund û bajaran û mafê xwendinê ya xwendekaran neyê astenkirin” wê derketin bê qedexekirin. (AS/FD)