Fotograf: AA
Li bajarê Petrinjaya Xirvatistanê di saet 12.20an de bi pileya 6.3ê erd hejiyaye.
Bajarê Petrînjayê li başûrê Zagrebê, paytexta Xirvatistanê cîh digire û 50 kîlometreyan jê dûr e.
Navenda Sîsmolojiyê ya Deryaspî-Ewropayê(EMSC) erdhej bi pileya 6.3ê pîvaye. Her weha Navenda Lêkolînên Erdnasîyê ya Almanyayê(GFZ) jî erdhej bi pileya 6.4ê pîvaye.
GFZyê destnîşan kiriye û gotiye, ku erdhej 10 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Hatiye diyarkirin, bandora erdhejê li welatên Bosna Hersek, Sirbistan û Slovenyayê çêbûye.
Li gorî nûçeyên çapemeniyên herêmî yên wî welatî di gelek avahiyan de xesar çêbûne û di bin xerabeyan de birîndar hene.
Li Petrînjayê duh li ser hev bi pileyên 5.2ê û 5ê du car erd hejiyabû. Di encamê de di hin avahiyan de xesar çêbûbû.
Her weha di meha Adarê de li Zagrebê bi pileya 5.3ê erd hejîyabû û di encama erdhejê de 27 kes miribûn.(AY)
*Çavkanî: Sputnik, AA