Serokê Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xezeyê Selame Marûfî civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê ziyanên di encama êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê pêk hatine de zanyarî dan.
Marûfî diyar kir ku hêzên dagirker, li Xezeyê 85 avahiyên hikûmetê ji holê rakir:
“Îsraîlê li Xezeyê 47 mizgeft hilweşand, ziyaneke mezin gîhand 3 dêran. Di encama êrîşan de ziyan gihişte zêdetir ji 200 hezar avahiyan, 32 hezar û 500 ji wan bi temamî rûxiyan. Ziyaneke mezin gihîşte 203 dibistanan, 45 dibistan bi temamî nikarin xizmetê bidin. Ji ber êrîşên zêde, hîna berhevkirina îstatîstîkan temam nebû.
“18 hezar ton bombe avêtin Xezeyê, ev qat û nîv ji ya ku avêtin Hîroşîmayê zêdetir e. Artêşa Îsraîlê qetlîam li 908 malbatan kir û bû sedema mirina bi hezaran mirovan. Di encama êrîşan de 35 rojnameger, 124 xebatkarên tendurisityê û ji tîmên rizgarkirina lezgîn 19 xebatkarên parastina sivîlan mirin.”
Duh bi şev jî Xeze hate bombebaran
Li gorî nûçegîhanên ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê yên li Xezeyê, ragihandine ku li nêzîkî avahiya Navenda Xizmetguzariyên Tibî ya li herêma Zevaydeyê, malek bûye hedefa êrîşan. Di encamê de zêdetir zarok û jin, 18 kes mirine. Zevayde li navenda Xezeyê ye.
Li gelek deverên din ên Xezeyê jî, di encama bombebarana Artêşa Îsraîlê de, gelek kes mirin. (AS/FD)