Şert û mercên stargehan yên bi sed hezaran Filistîniyên ku ji ber êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê neçar mane li malên xwe bibin, berî demsala zivistanê careke din kete rojevê.
Rêveberê Giştî yê Ofîsa Medyayê ya Hikumeta Xezeyê İsmail es-Sevabite ragihand ku ji 270 hezar konên ku malbat li herêmê tê de dimînin, jê 162 hezar ji wan bi temamî riziyane û nayên bikaranîn.

Li Xezeyê agirbest ket meriyetê: Bi hezaran Filistîniyan dest bi vegera malên xwe kirin
Ev hejmar beramberî ji sedî 60î konên li Xezeyê ye.
Sevabite da zanîn ku beşekî mezin ê konên heyî ji bo mercên zivistanê ne guncaw in û wiha got:
"Ev kon li dijî ba, baran û sermaya zivistanê parastina herî bingehîn nake. Ev rewş bi taybetî zarok, jin û nexweşan bi xetereyên jiyanî yên giran re rû bi rû dihêle."
Sevabite hişyarî da ku ger şert û mercên stargehan neyên başkirin, demsala zivistanê ji bo Filistîniyan dê bibe "karesat" û bang li civaka navneteweyî û saziyên alîkariya mirovî kir ku konên nû û kelûpelên alîkariyê yên zivistanê bigehînin Xezeyê.
Ji sedî 90ê nifûsê di stargehên demkî de ne
Baranên destpêkê ên payîzê jî li Xezeyê ji bo Filistîniyên di stargehên demkî de dijîn, xetereya rabûna av û lehiyê careke din anî rojevê.
Wezareta Geşepêdana Civakî ya Filistînê berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku zêdetirî ji sedî 90ê nifûsa Xezeyê di konên rizî, navendên stargehan ango di nav xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de dijîn.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara miriyan derket 73 hezar û 386an
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî ragihandibû ku bahoz û lehiyên di mehên zivistanê de çêdibin bi hezaran stargehên demkî wêran kirine û zarok û malbat neçar dimînin ku di mercên hewaya sar de di stargehên neewle de bijîn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 73 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 174 hezar kes jî birîndar bûne.
(NÖ/AY)
