Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê Eşref el-Kudrayî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir kul i Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê, zarokeke keç a 15 salhi ji ber birçîbûnê mir. Îsraîl nahêle alîkariyên mirovî biçe Xeta Xezeyê.
Kudrayî destnîşan kir ku ji ber kêmxwariniyê heta niha 18 kes mirin. Wî her weha got ku karesata birçîbûnê ji bo nexweşên giran, zarok û jinên ducanî hatiye asteke gelekî xeter.
Berdevkê Wezaretê diyar kir ku li herêmên bakur Îsraîl mirovên li xwarinê digerin qetil dike: “Birçîbûn her diçe xedartir dibe û ji bo alîkariya mirovî bê ger êrîş neyên rawestandin, wê bi hezaran mirov bimirin.”
Kudrayî her weha bang li civaka navnetewî kir û xwest ji bo Îsraîl êrîşên xwe rawestîne, zextan lê bikin. (AS/FD)