Îsraîlê êrîşî wesayiteke li ber konê rojnamegeran li nêzî Nexweşxaneya Nasir a li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê kir.
Di êrîşê de kameramanê TRT Erebiyê Muhammed ez-Zeanin ji çavê xwe bi şarapnelê birîndar bû, alîkarê wî Muhammed Karaca û gelek endamên çapemeniyê jî birîndar bûn.
Li Xezeyê 171 rojnameger mirin
Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta ku li Xezeyê ye bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî rojnamegerên ku li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatin qetilkirin de agahî parve kir. Li gorî daxuyaniyê rojnameger Nayîf Taima di encama êrişa artêşan Îsraîlê de miriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Xezeya ya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir v di bin êrîşên artêşa Îsraîlê de ye hejmara rojnamegerên hatin kuştin derket 171an.
Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên têkildarî çapemeniyê hate xwestin ku ji bo rawestandina kuştina rojnamegerên Filistînî bikevin nava liv û tevgerê ku bila li Îsraîlê ceza were birîn û li dadgehên navneteweyî ji ber sûcên ku kiriye were darizandin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî ragihand ku li Xezeyê 116 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin û derbarê 350 mirin, birîndarkirin û girtinan de jî lêkolîn hatine kirin.
(AS/AY)