Artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li naverasta Xezeyê ye êrîşî malekê kir. Di êrîşê de rojnamegerê Filistînî Muhammed Abd Rabbo mir. Cenazeyê Abd Rebbo birin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya bajarê Deyr Balahê.
Birayê Muhammed Abd Rabbo rojnameger Omer Abd Rabbo di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê ya medyaya civakî de nivîsî ku xwişka wî Sumeyye Abd Rabbo jî ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû miriye.
Omer Abd Rabbo diyar kir ku dê cenazeyê bira û xwişka wî Muhammed û Sumeyyeyê piştî nimêja cenaze ya li Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê bê kirin dê li goristana Deyr Balahê bên definkirin.
Li Xezeyê xebatkarên TRTê birîndar bûn
Li Xezeyê 172 rojnameger mirin
Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta ku li Xezeyê ye duh bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî rojnamegerên ku li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatin qetilkirin de agahî parve kir. Li gorî daxuyaniyê heta duh hejmara rojnamegerên ku li Xezeyê di encama êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 171 bû. Bi mirina rojnameger Muhammed Abd Rabbo re ev hejmar bû 172.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Xezeya ya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir v di bin êrîşên artêşa Îsraîlê de ye hejmara rojnamegerên hatin kuştin derket 172an.
Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên têkildarî çapemeniyê hate xwestin ku ji bo rawestandina kuştina rojnamegerên Filistînî bikevin nava liv û tevgerê ku bila li Îsraîlê ceza were birîn û li dadgehên navneteweyî ji ber sûcên ku kiriye were darizandin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî ragihand ku li Xezeyê 116 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin û derbarê 350 mirin, birîndarkirin û girtinan de jî lêkolîn hatine kirin.
(AS/AY)