Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyanî da.
Kudra da zanîn ku Îsraîlê di êrişên xwe yên li ser Xezeyê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha de jê 2 hezar û 913 zarok, 1709 jin û 397 pîr bi giştî 7 hezar û 28 kes kuştine û 18 hezar û 484 kes jî birîndar kirine.
Kudra diyar kir ku Îsraîlê ji duh ve 43 qetlîam pêk anîne û di 24 saetên dawî de li Xezeyê 481 kes hatine kuştin.
Kudra destnîşan kir ku di binê avahiyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatin rûxandin de hê jî kesên asê mane hene û her weha 1650 kes ku 940 jê zarok in winda ne.
12 nexweşxane û 32 navendên tenduristiyê ji xizmetê ketine
Rayedarê Filistînî diyar kir ku hêzên Îsraîlî xizmetên tenduristiyê kirine hedef û ragihand ku 101 xebatkarên tenduristiyê mirine û 25 ambûlans jî nikarin bên bikaranîn.
Kudra destnîşan kir ku Îsraîlê 57 saziyên tenduristiyê kir armanc û ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê an jî kêmbûna sotemeniyê 12 nexweşxane û 32 navendên tenduristiyê ji xizmetê ketine.
Li Xezeyê 200 hezar xanî hilweşiyan
Wezîrê Karên Avadanî û Niştecihbûnê yê Filistînê Muhammed Ziyara diyar kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de nêzî 200 hezar xanî bi temamî yan jî qismî hilweşiyane.
Ev jî tê wê wateyê li Xezeyê ji sedî 25ê avahiyan hilweşiyane.
(AS/AY)