Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên dawî aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, hejmara miriyan di 24 saetên dawî de 69 kes zêde bûye û gihîştiye 64 hezar û 300 kesan.
Hat destnîşankirin ku ji agirbesta ku artêşa Îsraîlê di 19ê Kanûna Paşiyê de îmze kir û di 18ê Adarê de betal kir, heta niha 11 hezar û 768 filistînî mirine û 49 hezar û 964 kes jî birîndar bûne.

Li Xezeyê heta niha 103 zarok ji ber birçîbûnê mirin e
Ji ber birçîbûnê 6 kesên din mirin
Li gorî AAyê di nava 24 saetên dawî de 6 kesên din ji birçîbûnê mirin ku 3 ji wan zarok in. Ji 7ê Cotmehê û vir ve 376 kes ji birçîbûnê mirine ku 134 ji wan zarok in.
Di êrişên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an ve li ser Xezeyê de heta niha 64 hezar û 300 kes mirine û 162 hezar û 5 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
(AY)

