Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên dawî aşkere kirin. Êrişên Îsraîlê 685 roj in didome.
Li gorî daxuyaniya nivîskî a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, hejmara miriyan di 24 saetên dawî de 71 kes zêde bûye û gihîştiye 62 hezar û 263 kesan.

Li Xezeyê di 24 saetên dawî de 3 kesên din jî ji ber birçîbûnê mirin
Hat destnîşankirin ku ji agirbesta ku artêşa Îsraîlê di 19ê Kanûna Paşiyê de îmze kir û di 18ê Adarê de betal kir, heta niha 10 hezar û 717 filistînî mirine û 45 hezar û 324 kes jî birîndar bûne.
Di êrişên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an ve li ser Xezeyê de heta niha 62 hezar û 262 kes mirine û 157 hezar û 365 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
(VC/AY)
