Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane, di 24 saetên dawî de 87 kes zêde bûn û gihîştin 53 hezar û 573 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê bi daxuyaniyekê derbarê êrîşên Îsraîlê yên 592 rojan de zanyarî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê de ku tevî agirbesta di 19ê Çile de ket meriyetê, di 18ê Adarê de ji nû ve dest pê kirin, hejmara qurbaniyan gihaştiye 3 hezar 427an û hejmara birîndaran jî gihaştiye 9 hezar 647 kesan.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 53 hezar û 573 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 121 hezar û 688 kesan.
Her weha wezaretê di daxuyaniyê de dubare kir ku hîn jî di bin kavilan û li kêlekên rêyan de cenaze hene, lêbelê tîmên tenduristiyê û erkdarên parastina sivîl ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nekarîn bigihîjin wan.
(VC/AY)
