Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 44 hezar û 282 kes mirin û 104 hezar û 880 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên dawî aşkere kirin. Îsraîl 418 roj in êrişî Xezeyê dike.
Her weha li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li Xezeyê li hin herêman “sê qetlîam” pêkanîne. Di encama van êrişan de 33 filistînî mirin û 134 kes jî birîndar bûn.
Bi hejmaran encama şerê ku saleke li Xezeyê didome
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 44 hezar û 282 kes mirine û 104 hezar û 880 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(VC/AY)