Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 43 hezar û 764 kes mirin û 103 hezar û 490 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên dawî aşkere kirin. Îsraîl 406 roj in êrişî Xezeyê dike.
Her weha li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li Xezeyê li hin herêman “sê qetlîam” pêkanîne. Di encama van êrişan de 28 filistînî mirin û 120 kes jî birîndar bûn.
Bi hejmaran encama şerê ku saleke li Xezeyê didome
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 43 hezar û 764 kes mirine û 104 hezar û 490 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(VC/AY)