Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 291 rojan aşkere kirin.
Her weha li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li 8 herêmên cûda yên Xezeyê êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 84 filistînî kuştin û 329 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 39 hezar û 90 kes mirine û 90 hezar û 147 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)