Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 272 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li herêmên cûda yên Xezeyê êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 58 filistînî kuştin û 179 kes jî birîndar kirin.
Her weha di êrişên 10 rojên dawî de 385 filistînî mirine.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 38 hezar û 11 kes mirine û 87 hezar û 445 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)