Di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 34 hezar û 356 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 203 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de 51 filistînî kuştin û 75 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 34 hezar û 356 kes mirine û 77 hezar û 368 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(VC/AY)