Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta ku li Xezeyê ye bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî rojnamegerên ku li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatin qetilkirin de agahî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameger Hamza Abdurrahman Murtecî di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê pêk anîn de miriye.
Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye hejmara rojnamegerên hatin kuştin derket 170yan.
Bang li saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kirin
Di daxuyaniyê de êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser rojnamegeran li Xezeyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku berpirsyarê kuştina rojnamegeran Îsraîl e.
Di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên têkildarî çapemeniyê hate xwestin ku ji bo rawestandina kuştina rojnamegerên Filistînî bikevin nava liv û tevgerê ku bila li Îsraîlê ceza were birîn û li dadgehên navneteweyî ji ber sûcên ku kiriye were darizandin.
"Îsraîl dixwaze Filistînê bêdeng bike"
Li gorî nûçeyên çapemeniya Filistînê, rojnamevanê Filistînî Murtecî di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Dibistana Mustefa Hafiz ya ku sivîlên koçberbûne lê dimîne ku li Taxa Er-Rimal a li rojavayê bajarê Xezeyê ye, mir.
Li Xezeyê heta niha 40 hezar û 139 kes mirine
(AS/AY)