Li Xezeyê di 24 saetên dawî de 3 kesên din jî ji ber birçîbûnê mirin
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji bo kesên ku li Xezeyê ji ber birçîbûnê mirinê, agahiyên dawîn parve kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên dawî de 3 Filistiniyên din jî ji ber birçîbûnê mirin.
Li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirin jê 112 zarok, gihîşt 269an.
Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
Li Xezeyê heta niha 62 hezar û 122 kes mirine
Li gorî daxuyaniya nivîskî a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, hejmara miriyan di 24 saetên dawî de 58 kes zêde bûye û gihîştiye 62 hezar û 122 kesan.
Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de di 24 saetên dawî de 58 kes hatine kuştin û 185 birîndar jî anîne nexweşxaneyên Xeta Xezeyê.
Li Xezeyê heta niha 103 zarok ji ber birçîbûnê mirin e
Hat destnîşankirin ku ji agirbesta ku artêşa Îsraîlê di 19ê Kanûna Paşiyê de îmze kir û di 18ê Adarê de betal kir, heta niha 10 hezar û 576 filistînî mirine û 44 hezar û 717 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
IFJ: Di sala 2024an de 104 rojnameger hatin kuştin
(AY)
*Çavkanî: AA