Li Xezeyê di 24 saetan de herî kêm 58 kes hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de herî kêm 58 kes mirine û 308 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023'an û vir ve 62 hezar û 744 kes di êrîşan de hatin kuştin.
Li Xezeyê heta niha 103 zarok ji ber birçîbûnê mirin e
Li gorî daxuyaniyê ji kesên mirine jê 28 kes dema ku hewl dan paketên alîkariyê werbigirin hatin kuştin û di êrîşan de her wiha 184 kes jî birîndar bûn.
Her weha di rêza belavkirina alîkariyê de heta niha 2 hezar 123 kes hatin kuştin, 15 hezar 615 kes jî birîndar bûn.
Li Xezeyê di 24 saetên dawî de 3 kesên din jî ji ber birçîbûnê mirin
Ji ber birçîbûnê 11 kesên din mirin
Di nava 24 saetên dawî de 11 kesên din ji birçîbûnê mirin ku 2 ji wan zarok bûn. Ji Cotmehê û vir ve 300 kes ji birçîbûnê mirin ku 117 ji wan zarok bûn.
Li gorî nûçeya El Cezîre jî di du êrîşên li ser Nexweşxaneya Nasser a li Xan Yûnisê de 19 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn.
Li gorî Parastina Sivîl ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 jê rojnameger bûn.
Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
(AY)