Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezeyê bîlançoya 230 rojan a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023yan vir ve li Xeta Xezeyê 3 hezar û 191 qetlîam kirine.
Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 jin mirine û 10 hezar kes jî di bin xirbeyan de mane ango winda ne, hejmara miriyên ku gihîştine nexweşxaneyan jî bûye 35 hezar û 800 û hejmara birîndaran jî bûye 80 hezar û 200.
Ji sedî 71ê kesên rastî êrîşan hatine jin û zarok in
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji sedî 71ê kesên ku li Xezeyê rastî êrîşên Îsraîlê hatine jin û zarok in.
Hat bibîrxistin ku li Xezeyê, Îsraîlê gel bi zorê birçî û tî hîşt û bi astengkirina alîkariyan bû sedema karesateke mirovî û 31 kes ji ber kêmxwarinî û bêhêziyê can dan.
493 xebatkarên tenduristiyê û 147 rojnameger hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha bi 77 hezar ton teqemeniyan êrîşî Xezeyê kiriye û hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê de 493 xebatkarên tenduristiyê, 69 wezîfedarên parastina sivîlan û 147 rojnamegeran mirin.
Hat gotin ku ji di nexweşxaneyên ku leşkerên Îsraîlê dest danîne ser de 7 gorên komî hatine dîtin û cenazeyê 520 Filistînîyan jê hatine derxistin.
Hat destnîşankirin ku li Xezeyê 17 hezar zarok ji ber êrîşan bê dê û bav ango ji her duyan yekî bûne.
Mîlyon û 95 hezar haletên nexweşiya enfeksiyonê
Hat ragihandin ku hejmara birîndarên ku xetereya jiyana wan heye û divê li derve bên dermankirin 11 hezar e û 10 hezar nexweşên penceşêrê jî ji ber kêmasiya xizmetên tenduristiyê di bin metirsiya mirinê de ne.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal kişandin ser rewşa nemirovane ya li navendên stargehên qelebalix ên Filistînîyên ku ji cih û warên xwe bûne lê ne, milyon û 95 hezar nexweşîyên enfeksiyonê û zêdeyî 20 hezar nexweşên "Hepatît A" hatin tesbîtkirin.
Hat destnîşankirin ku li Xezeyê ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê û bêdermaniyê jiyana 60 hezar jinên ducanî û ji ber kêmbûna dermanan jî 350 hezar kesên bi nexweşiyên kronîk ketine di xetereyê de ye.
Zirar li 297 hezar avahiyan ketiye
Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku Arteşa İsraile ji dema ku dest bi erişen xwe kiriye heta niha li Xezeye ji 5 hezari zedetir Filistini desteser kirine.
Hat destnîşan kirin ku leşkerên Îsraîlê 310 xebatkarên tenduristiyê û 20 rojnameger desteser kirin û li Xeta Xezeyê ya ku nifûsa wê 2,3 milyon e, 2 milyon kes jê koçber bûne.
Her weha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 87 hezar xanî bi temamî hilweşiyan û bi tevahî zirar li 297 hezar xanîyan ketine.
Artêşa Îsraîlê 189 avahiyên hikûmetê û 108 dibistan û zanîngeh hilweşandine û 313 dibistan û zanîngeh jî qismî zirar dîtine.
206 avahiyên dîrokî û çandî hilweşandin
Di daxuyaniye da hat gotin ku arteşa İsraile li Xezeye 604 mizgeft bi tevahi ji nav birin û 200 mizgeft bi beşî xera kirine û 3 dêr kirin armanc û ruxandin.
Îsraîlê li Xezeyê 160 saziyên tenduristiyê hedef girtin, 55 navendên tenduristiyê û 33 nexweşxane ji xizmetê xistin û 130 ambûlans têk birin.
Her weha Îsraîlê mîrateya çandî ya Filistînê jî kir armanc û li Xezeyê 206 avahiyên dîrokî û çandî hilweşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku rasterast zirara ku ji ber êrişên İsrailê yen li Xezeyê derketiye 33 milyar dolar e.
(AS/AY)