Artêşa Îsraîlê beriya ku “agirbest” bi dawî bibe bi çend deqîqeyan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku agirbest hatiye dirêjkirin: “Di encama hewldanên navbeynkaran wê rehine bi berdewamî serbest bibin û li gorî lihevkirinê, wê navbera operasyonan dewam bike.”
Hamasê jî bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “biryar hate dayîn ku agirbest rojeke din dirêj bibe.”
Qetera ku di navbera herdu aliyan de navbeynkariyê dike, agahiya dirêkirina “agirbestê” pesend kir.
"Li Xezeyê cih nemaye ku cenazeyan lê bispêrin axê"
30 filistîniyên girtî serbest bûn
Li gorî ku Hamas û Îsraîlê li hev kiriye, 30 jin û zarokên filistînî yên li girtîgeha Îsraîlê dihate girtin, serbest bûn. Kerwana Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî ya ku girtî tê de bûn, piştî serdegirtina artêşa Îsraîlê, karibû bigihişte Şerîaya Rojava.
Di nava van kesan de Ahed Temimiya di 7ê Çiriya Paşiyê de hatibû desteserkirin jî heye.
Her weha li gorî heman rêkeftinê, ji Xeta Xezeyê jî 10 jin û zarokên îsraîlî yên rehine, duh bi şev serbest bûn. (AS/FD)