Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Federasyona Rojnamegerên Navnetewî (IFJ), Federasyona Rojnamegerên Erebî (FAJ) û Sendîkayan Rojnamegerên Filistînî (PSJ) “Hêza bêpîvan a ku artêşa Îsraîlê il hemberî protestoyên aştiyane bikar aniye” şermezar kirin.
Rêxistinên rojnamegeran gotine, nayê qebûlkirin ku dema bi hezaran Filistînî ji bo bîranîna 70emîn salvegera bîranîna Naqbayê (Meşa Mezin) kom bûne gule bera wan dane û bibîrxistine ku bi guleyên bera û yên plastîk û xaza çavşewitandinê êrîş birine ser xwenîşandaran.
Li gorî zanyariya ku IFJyê spartiye Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, 9 rojnamegerên xwestine bûyeran bişopînin birîndar bûne ku di dema van bûyeran de 6 zarok jî di nav de sivîl miribûn.
Navê rojnamegerên ku birîndar bûne
Li gorî IFJyê rojnamegerên birîndar ev in:
* Omar Hamdan – Kameramanê Algeriyan TVyê
* Mohammed Wael Aldwaik – Wênekêşê Etihat Pressê
* Ahmed Zakoout – Wênekêşê Reutersê
* Farhan Hashim Abu Hadayed – Nûçegîhanê serbixwe
* Wael Dahdoud – Nûçegîhanê Al Jazeerayê
* Abdûllah Alshorbaii – Nûçegîhanê serbixwe
* Mohammed Abu Dahrouh – Wênekêşê Zain Medyayê
* Rafi Almaleh – Wênekêşe Wafa Agencyyê
* Nîhat Fouad Abu Ghalyoun – Nûçeîhanê Al-Irada Radyoyê
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînî (PJS) bang li Neteweyên Yekgirtî (NY) û rêxistinên alîkariya mirovî yên navnetewî kiriye ku rojnamegerên Filistînî biparêzin.
Anthony Bellanger Sekreterê Giştî yê IFJyê jî daxuyaniyek belak kiriye û êrîşa li ser rojnamegeran şermezar kiriye.(PT/FD)