Li Xezeyê 8 rojnameger mirine

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji sibeha roja Şemiya 7ê Çiriya Pêşiyê ve li ser Xezeyê pêk anîn de 8 rojnameger mirin.
Li gorî nûçeya AAyê, Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezeyê deebarê êrîşên Îsraîlê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 8 rojnameger mirine, 10 rojnameger birîndar bûne û 2 rojnameger jî winda bûne.
Navê rojnamegerên ku mirin wiha ne: Saîd El-Tavil, Muhammed Subh, Hîşam en-Nevacihe, Îbrahîm Lafî, Muhammed Cergun, Muhammed es-Salihi, Esad Şemlah û Selame Mime.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agahî ji rojnameger Nîdal El Wehîdî û Heysem Ebdulvahîd nayê girtin.
Ofîsa Çapemeniyê ragihand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê de malên 3 rojnamegeran bi temamî hilweşiyane û 40 saziyên çapemeniyê yên li bajêr jî bûne hedefa êrîşên hewayî.
Çi bûbû?
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassamê di 7ê Çiriya Pêşiyê de li dijî Îsraîlê operasyona bi navê “Tofana Aksayê” dabû destpêkirin.
Tevgerê bi hezaran mûşek û roket ji Xezzeyê avêtibû Îsraîlê û komên çekdar jî ketin nav niştecihên herêmê.
Arteşa İsraile jî bi balefiren şer li dijî Xezeye êriş da destpêkirin. (AS/AY)
Nexweşxane: Xetereya li ser jiyana Sirri Sureya Onder didome

Ozgur Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin

Ayşegul Dogan: Emeliyeta Onder hê bi dawî nebûye

Bila Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz be

Ji Demîrtaş bo Onder: Dua û dilê me bi te re ye, em ji te hez dikin birayê min
