Ji 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan û heta niha, di encama êrîşên Îsraîlê de li Xeta Xezeyê 21 hezar û 978 filistînî hatine kuştin.
Berdevkê Wezareta Tundiristiyê ya li Xezeyê, Eşref Kûdrayî civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê encamên êrîşan de zanyarî dan.
Kûdrayî diyar kir ku ji roja êrîş dest pê kirine heta niha 57 hezar û 697 kes birîndar bûne û ji sedî 70yî miriyan, jin û zarok in.
326 karmendên kar û barên tenduristiyê hatin kuştin
Li gorî gotina Kûdrayî di van êrîşan de 326 karmendên kar û barên tenduristiyê mirine, 104 ambûlansên ziyan dîtine, nema kar dikin.
Berdevkî got ku li Xeta Xezeyê Îsraîlê êrîşî 150 saziyên tenduristiyê kirine û di encama êrîşên rasterast de 30 nexweşxane û 53 navendên kar û barên tenduristiyê nema kar dikin. Her weha destnîşan kir ku ji bo nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê dîsa dest bi kar bikin, ew dixebitin û ji bo vî tiştî wan peywendî bi saziyên Neteweyên Yekgirtî (NY) re danîne.
Eşref Kûdrayî diyar kir ku 50 hezar jinên ducanî yên warên xwe yên Xeta Xezeyê berdane û li stargehan hatine bicihkirin, xwarinê têr wernagirin û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref Kûdrayî got ku 900 hezar zarokên li stargehan bi cîh bûne, di bin serme de ne, bê av in û xwarina wan kêm e, nexweşiyên laşî û derûnî û travma li wan peyda dibin.
Milyon û 900 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Kûrdayî destnîşan kir ku milyon û 900 hezar kes ji cih û warên xwe hatine kirin û ew nikarin av û xwarin, derman û kel û pelên paqijiyê peyda bikin, ji ber vê jî bi nexweşiyan re rû bi rû ne. (AS/FD)