Di êrîşên hewayî yên ku balafirên şer ên Îsraîlê li ser Şerîda Xezeyê pêk anî de rojnamegerên Filistînî Saîd El-Tavil û Mihemed Subh mirine.
Li gor nûçeya nûçegihanê AAyê ku li Xezeyê ye, dema ku 2 rojnameger dîmenên êrişa balefirên şer ên Îsraîlê yên ku li rojavayê Xezeyê li taxa Rimalê digirin rastî êrîşa hewayî hatin.
Di şopandina bombe baranê de li heman herêmê rojnamevanên din jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê bombebaran li deverên cuda yên Xezeyê berdewam kir.
Çi bûbû?
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassamê di 7ê Çiriya Pêşiyê de li dijî Îsraîlê operasyona bi navê “Tofana Aksayê” dabû destpêkirin.
Tevgerê bi hezaran mûşek û roket ji Xezeyê avêtibû Îsraîlê û komên çekdar jî ketin nav niştecihên herêmê.
Arteşa İsraile jî bi balefiren şer li dijî Xezeye êriş da destpêkirin. (AS/AY)