Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê raporek ji 212 rûpelan pêk tê weşand û tê de nav, agahiyên nasname û temenê kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên di navbera 7-26ê Çiriya Pêşiyê de li Xezeyê mirine, hene.
Li gorî raporê, ji 7 hezar û 28 kesên ku di navbera 7-26ê Çiriya Pêşiyê de di êrîşên Îsraîlê de mirin, jê 2 hezar û 913 zarok in.
Di erişen İsraile de 133 pitikên ku temenê wan di bin salek de ne, 153 pitikên 1 sali, 158 pitiken 2 sali û bi giştî 444 pitik mirine.
Di bombebarana Îsraîlê de 171 zarokên 3 salî, 1527 zarokên dibistana seretayî (4-13 salî), 523 zarokên di salên lîseyê de (14-17 salî) mirine.
Di êrîşan de 2 hezar û 262 jin û 462 kesên ji 60 salî mezintir mirine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku nasnameya 281 kesên di êrîşan de mirine nehate tespîtkirin.
63 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hatin kuştin
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî(UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî(NY) roja Duşema 30ê Çiriya Pêşiyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 63 xebatkarên wan mirine.
Ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de li Xezzeyê 35, li Lubnanê jî rojnamegerek mir.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî ragihand ku heta 29ê Cotmehê di êrişan de herî kêm 29 rojnameger mirine. Li gorî daxuyaniyê 24 rojnameger Filistînî, 4 Îsraîlî û rojnamegerek jî Libnanî ye. 8 rojnamevan birîndar bûne, 9 rojnamevan jî winda bûne yan jî hatine desteserkirin.
(AS/AY)