Hate ragihandin ku ji duh derengiya şevê heya vê sibehê ve, di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de zêdetirî 20 kesan hatin kuştin. Di nav kuştiyan de 5 jin û zarok û koçber hene ku li benda wergirtina alîkariyan bûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) "Balafirên dagirkeran li devera Burc Salihî ya rojavayê kampa Nisêrat avahiyek bombebaran kir. Di encamê de 2 jê zarok, 4 welatî mirin. Di bombebaraneke din a li kampa Şatiai de 4 kes mirin. Li taxa Ridwan a bakurê bajarê Xezayê jî di bombebarankirina malekê de 3 kes mirin."
Hate ragihandin ku li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê di êrişa li dijî malbatekê de jinek, hevserê wê û zarokên wê hatin kuştin, li nêzî hola Drîm a rojavayê bajar jî di êrişa li dijî konekî de zarokeke keçîn hat qetilkirin û hin birîndar bûn. Hate zanîn ku li rojavayê Xan Yûnisê jî di êrişeke bi dronan de 2 jin hatin qetilkirin.
Hate zanîn ku li rojhilatê Dêr Belehê ya naverasta Xezayê jî artêşa Îsraîlê kesên li benda wergirtina alîkariyan bûn gulebaran kirin, di encama gulebaranê de 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) der barê mijarê de diyar kir ku artêşa Îsraîlê li Xezayê êrişên ketober û derqanûnî li ser dibistanên koçber lê dimînin pêk tîne û îdia kir ku êriş bi teqemeniyên amerîkî hatine kirin.
HRW’ê destnîşan kir ku Îsraîlê siyaseteke "du caran lê bide" pêk anî û diyar kir ku dibistan, piştre ekîbên ambulansê yên ku hewl didin birîndaran rizgar bikin, bombebaran kirin.
Li gorî HRWê ji Cotmeha 2023’yan ve, li Xezayê zêdetirî 500 dibistan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin bombebarankirin, di encamê de bi sedan sivîl hatine kuştin. HRW’ê ev êriş wek binpêkirinên qanûnên navneteweyî yên mirovî bi nav kir û da zanîn ku "ev êriş bi navê çekdar di avahiyên perwerdeyê de ne, nayên rewakirin.
(AY)

