Di 18ê Gulana 2019an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetiya Rihayê 4 welatî hatibûn desteserkirin û îşkence lê hatibû kirin. Her çar welatî 2 sal girtî man û piştre serbest bûn. Dadgeha Bilind cezayê welatiyan erê kir û her 4 welatî dîsa hatin girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê di 25ê Hezîrana 2021an de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “di rêveberiya rêxistinê de cih girtine” di dozê de biryara xwe dabû.
Dagdehê, bi îdiaya ku “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê”, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Celal Yildirim, Cindî Zencîrkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç birîbû û biryara tehliyeyê dabû.
Parêzerên bersûcan û dozgerê komarî têkildarî biryarê serî li îstînafê dabû.
Îstinafê biryara dadgehê erê kiribû û di 4ê Tîrmehê de Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind jî heman biryar erê kir.
Piştî biryarê, bi ser malên welatiyan ên li gundê Talakê yê navçeya Hewagê de hate girtin, her 4 welatî birin edliyeyê û piştî biryar li rûyê wan hatî xwendin, hatin girtin.
ÎDIA: POLÎSAN LI XELFETÎYÊ ÎŞKENCE LI WELATÎYAN KIRIYE
“Di lêpirsînnameyê de vîdeoya dema îşkenceyê nîne”
(RT/AY)