Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku li nav sînorê Herêma Kurdistanê li Xakurkê leşkerek miriye. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşker dema ji bo parastina baregeha leşkerî ya tirkan derdikevin ser rêyê, PKKyî gule bera wan didin û di encamê de çawişê pispor yê piyade yê bi navê Halil Çelebi dimire.
Operasyona li Herêma Kurdistanê
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de bi navê Pençikê li nav sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Heta niha bi navê Pençik, Pençik-2, Pençik-3, Pençik-Piling, Pençik-Qertel, Pençik-Brusk û Pençik-Birqê operasyon pêk anîne. Operasyon li nava heman cihê dewam dikin.
Di dema operasyonan de TSKyê li Xakurkê, Sînat û Heftenînê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. (TP/FD)