Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku li Herêma Kurdistanê, li Xakurkê, di encama şer de du leşker mirine. Li gorî daxuyaniya Wezaretê li Xakurkê di dema operasyonê de şer di navbera leşkerên tirkan û PKKiyan de derketiye. Di encama vî şerî de serpelê piyade Ali Riza Ozcucuk û çawişê pispor ê piyade Sergen Guçluer mirine.
Her weha leşkerek jî birîndar bûye ku ew birine nexweşxaneyê û li vir dest bi dermankirina wî kirine.
Di 27ê Tîrmehê de jî Wezaretê aşkere kiribû ku leşkerek di dema şer û pevçênê de miriye.
Bixwîne - Li Xakurkê leşkerek miriye
Operasyona li Herêma Kurdistanê
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de bi navê Pençikê li nav sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Heta niha bi navê Pençik, Pençik-2, Pençik-3, Pençik-Piling, Pençik-Qertel, Pençik-Brusk û Pençik-Birqê operasyon pêk anîne. Operasyon li nava heman cihê dewam dikin.
Di dema operasyonan de TSKyê li Xakurkê, Sînat û Heftenînê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. (TP/FD)