Fotograf: AA
Li bajarê Wuhanê yê li eyaleta Hubeya Çînê ku vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) lê derket, karantîna bidawî hatiye.
Li gor nûçeya The Global Timesê karantînaya ku 76 roj in li bajarê Wuhanê dihat sepandin, bi dawî bûye.
Rayedaran diyar kiriye ku kesên ku li Wuhanê dijîn, dikarin bê destûr derkevin. Li Wuhanê 11 milyon kes dijîn.
Rayedaran diyar kiriye ku tevdîr bi temamî nehatine rakirin, dibistan wê niha venebin, biryara ser dibistanan wê paşê were dayîn.
Li gor daxuyaniya ku duh ji Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê hatibû dayîn, hatibû gotin ku ji meha rêbendanê vir va îro cara ewil tu kes nemiriye.
Her wiha komîsyonê diyar kiribû ku vîrus li 32 kesên nû peyda bûye û tevahiya kesên vîrus li wan peyda bûye derketiye 81 hezar û 740î, 89 kesên din jî piştî dermakririnê baş bûne. (FD)