Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Gundê Pîrmeryemê yê Qerqeliya Wanê, zarokhe 15 salî yê bi navê Arda Omaç, dema pezê xwe diçêrand birûskê lê xistiye û can daye. Omaç li cihê ku birûskê lê daye can daye û cesedê wî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.
Li Wan û derdora wê ji 28ê Tîrmehê û vir ve baraneke zêde dibare û vê baranê bandoreke neyênî li jiyana niştecihan kiriye.
Di encama baranê de roja 31ê Tîrmehê li Taxa Xaşkanê ya Elbakê lehî rabûbû û 11 mal wêran bûbûn.
Lehiyê rêya di navbera Wan û Colemêrgê de girtiye û gelek wesayit li wir asê mabûn. Gundê Pîrmeryemê jî di bin heriyê û ava lehiyê de mabû. Di lehiyê de zeviyan jî ziyan dîtibû.
Li Geverê, navçeya Colemêrgê jî heman rojê baraneke zêde bariyabû û li gundikê Birdikê yê gundê Dêleziyê dema bêrîvan li bêriyê bûn baranê bandor li wan kiribû. Li heman herêmê jî lehî rabûbû.
Di dema lehiyê de 500 pez bi ber avê ketibûn û sê jinên ku xwestibûn pez rizgar bikin, birîndar bûbûn. (AÖ/FD)