Li Wanê wê bi navê “Helbestên Arjen Ariyî” panelek bi rê ve biçe. Kovara Dilopê û Weşanên Sor bername amade kirine û wê di bernameyê de Mihemed Ronahî, Omer Dilsoz û Reşo Ronahî qala poetîkaya Arjen Ariyî, girîngiya wî ji bo edebiyata kurdî û sekna wî ya rewşenbîrî bikin.
Bixwîne -Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî dest pê kir
Panel wê 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an li Kolana Çandê (Kültür Sokak), li Zend Coffeyê saet di 18.00an de dest pê bike.
Beriya panelê panelê Bêkes Nûrî Abdal ê muzîkjen wê muzîka xwe pêşkêşî guhdaran bike, li dû panelê jî dê helbestên Arjen Arî bêne xwendin.
Ronahî: Maneya vê panelê zêdetir e ji bo me
Reşo Ronahî, nûnerê Weşanên Sorê derbarê panelê de ev tişt gotin: “Em serbilind in ku cara ewil me weke weşanxane hemû helbestên şaire nemir çap kirine. Par jî di heman rojê de me li Wanê panelek li dar xistibû û me cara ewil li wê derê ragihandibû ku em ê helbestên Arjen Ariyî çap bikin. Salek piştî wê, di heman rojê de, li heman bajarî em vê panelê li dar dixin û weku me soz dabû xwîneran em hemû helbestên wî digihînin ber destan. Ji ber hindê maneya vê panelê zêdetir e ji bo me.”
Ronahiyi di berdewamiyê de bang li xwendevanên kurdî kir da ku tevlî panelê bibin û wiha axivî: “Ev rojên hanê rojên giran in. Tehde û zilm zêde ye. Helbestên Arjen Arî hêviya berxwedanê ligel meriv xurt dikin. Ji ber hindê banga me ew e ku xwînerên kurdî li helbestên Arjen Arî, li mîrateya wî xwedî derkevin”.
Arjen Arî di sala 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çûbû ser dilovaniya xwe û li dû xwe kuliyateke edebî ya berfireh hişt. Arjen Arî weke yek ji girîngtirîn helbestvanê edebiyata modern a kurdî dihê dîtin.
Hemû helbestên Arjen Arî di meha îlonê de ji aliyê Weşanên Sor ve hatibû çapkirin. (FD)