Ev çend meh in ku li bajarê Wanê gelek caran cihê ku ez berê xwe didimê û ji malê zêdetir demê lê derbas dikim, cihê bi navê ‘Eskîcî’yê ye. Bi rastî jî hem atmosfer û dizayna wê hem xwedîyê wê hem jî tiştên lê tênkirin ên wek ji şevên sînemayê heta rojên şevên dengbêjîyê ji wir jî heta şevên helbestê, her programeke wê têra xwe dilê mirov germ dike.
Herî dawiyê çend roj berê ez tev li şeva helbestê bûm kesên hatî tev lê bûyî jî exlebê wan ji şagirtên ji zanîngeha Wanê ne. Bêguman hin ji wan jî hebûn ku bi salane tev li van şevên helbestê yên li Wanê bûne.
Min jî dîroka şevên helbestê yên li Eskîcîyê meraq kirin û hem jî ew kesên ku ji deh salan zêdetire tên tev li van şevên helbestê bûyî meraq kirin. Piştre min bihîst ku helbestvanekî wrk Yehya Omerî jî têra xwe bûye mêvanê van şevên helbestê yên şi Eskîcîyê.
Ji aliyekî min bi xwediyê kafeyê Mikaîl Haskan, piştre jî bi yek ji hezkiriyê şevên helbestê Eskiciyê yê ku bi salaye tê helbestan dixwîne re yanî bi Ozgur Bahşîş re, ez axivîm.
Ozgir Bahşîş ji bianetê re diyar kir û got: “Berê zêde meraqeke min a li hemberî helbest an jî wêjeyê nebû, lê bi şevên helbestê yên Eskîcîyê re, min hem pirtûkên gelek helbestvanan xwendin hem jî helbestê wan min hez kir.”

(WT/AY)





