Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Çaldêranê ya Wanê di dema operasyona leşkerî ya li hemberî PKKiyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de Wekîlê Fermandarê Liqaya Komandoya Asayişê ya Navçeya Çaldêranê Mehmet Sakalli birîndar bû. Sakalli paşê mir.
Walîtiya Wanê aşkere kir ku li herêma Harebekordonê ya navçeya Çaldêranê duh saet 19.00ê di dema operasyona ku ji hêla Fermandariya Cendermeyan a Bajêr de pevçûn derketiye. Sakalli di wê operasyonê de birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye. Walîtiyê diyar kir ku operasyon berdewam dike.
Cenazeyê Sakalliyî piştî merasîma li wanê şandine navçeya Beydağê ya Îzmîrê. (AS/FD)
* Fotograf: Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) / Wan