Sendîkaya Perwerde û Kedkarên Zanistê (Egitim-Sen) ya Wanê û Saziyên Demokratîk ên li Wanê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê li avahiya Egîtîm- Sena wanê daxuyaniyek dane.
Di civînê de Lokman Babat, Sekreterê Birêxistinê ya Şaxa Egîtîm- Sena Wanê metna daxuyaniyê ya bi kurmancî xwendiye.
Saziyan di daxuyaniya xwe de gotiye ku, “Tevî ku bi milyonan kurd bi salane di qada jiyanê de mafên xwe yên zimanê zikmakî dixwazin jî ev yek nayê pêkanîn. Ev mafê kurdan nayê pejirandin. Berovajî, kiryar û pêkanînên pişaftina zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda didomin.”
“Di peymanên navneteweyî de, perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan ê bingehîn hatiye destnîşankirin”
Saziyan di daxuyaniya xwe de weha gotiye:
“Wek tê zanîn, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê, bi armanca piştevaniya rengîniya çandî û pirzimaniyê di 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye îlankirin. Ev tê wateya ku ji holêrakirina rengîniya çandî û pirzimaniyê sucê mirovehiyê ye.
Mixabin, îro jî li dijî gelek netewan sûcê mirovahiyê pêk tê. Di sedsala 21mîn de, gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bê par in. Hinek ziman li ber tunebûnê ne. Hemû dewletên cihanê di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din. Lewra, zimanê zikmakî hebûn, rûmet û nasnameya neteweyekê ya hevpar e, pêşeroja wan e. Divê hemû netew û kom bikaribin zimanê xwe yê zikmakî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Jixwe, li gelek welatan ev yek pêk tê. Lê belê, ev yek li Tirkiyeyê pêk nayê. Berovajî, ji bo parastin û pêşxistina gelek zimanan astengî hene, gelek ziman tên pişaftin û ji holê tên rakirin. Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de, li ber parastin, pêşxistin û bikaranîna zimanê kurdî astengîyên cur bi cur hene. Kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin.
Di peymanên navneteweyî de, perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan ê bingehîn hatiye destnîşankirin, lê ji bo kurdan û gelek kêmneteweyên din ên li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye. Berovajiyê vê, gelek zext li ser gelek zimanan hene. Mînaka herî şênber, nêzîkatiyên li dijî zimanê kurdî ne.
Li meclîsa Tirkiyeyê zimanê kurdî weke zimanekî nenas tê pênasekirin
Tevî ku bi milyonan kurd bi salane di qada jiyanê de mafên xwe yên zimanê zikmakî dixwazin jî ev yek nayê pêkanîn. Ev mafê kurdan nayê pejirandin. Berovajî, kiryar û pêkanînên pişaftina zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda didomin. Girtina gelek komele, enstîtu û sazî, kreş, pêşdibistan û dibistanên kurdî yên taybet, qedexekirin û girtina gelek pirtûk, rojaname, kovar, radyo û televîzyonên bi kurdî, tirkîkirina navên tabelayên kurdî ji bo ku vê rastiyê raxin ber çavan çend mînakên şênber in.
Şaredariyên herêmê kêm be jî piştgirî didan xebatên ziman û çandî, lê piştî ku bi riya qayûman dest li ser şaredariyan hatiye danîn. Qayûman jî destpêkê êrîşî zimanê kurdî kir. Hê jî, li meclîsa Tirkiyeyê zimanê kurdî weke zimanekî nenas tê pênasekirin.
Dema wekîlek çend peyvan bi zimanê xwe biaxive jî weke XXX(zimanê nenas) tê qeydkirin. Navê vê pişaftin e, navê vê qirkirina zimanî ye, navê vê sûcê mirovahiyê ye.
Divê perwerdehîya zimanê zikmakî, ne bi dersên bijartî tene, bi hemû cureyên perwerdehiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn.
Em jî wekî Egitim Sen û saziyên çandî, sivîl û demokratîk dê tekoşîna xwe ya li dijî pişaftin û kiryarên bi armanca tunekirina hemû zimanên zikmakî û zimanê kurdî bimeşînin. Bi taybetî jî, em, ji bo qedexeya perwerdehîya bi zimanê zikmakî qet tu sedem û hinceta qebûl nakin. Teqez divê perwerdehîya zimanê zikmakî, ne bi dersên bijartî tene, bi hemû cureyên perwerdehiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn. Bêguman, ji bo pêkanîna vê yekê jî, divê hemû mirov, hemû derdor, hemû civak û hemû gel wek peywîreke mirovahiyê çi bikeve ser milan bikin û di her qada jiyanê de têkoşîna xwe bilind bikin.
Bi van ramanan em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, di serî ji bo neteweya Kurd, ji bo hemû neteweyan pîroz dikin.(AY)