Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Ebexê ya Wanê pirtûkxaneyek nû bi navê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend” vekir.
Hevşaredara Wanê Neslihan Şedal ku li cihê wê qeyûm hatibû tayînkirin, Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelik, endamên Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Medya Mermit û Guneş Ogmen û endamên din ên meclîsa jinan beşdarî merasîma vekirinê bûn.
"Ji bo bîranîna jinên ku tundkarî li wan hatine kirin e"
Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku wan Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend ji bo bîranîna jinên ku rastî tundiyê hatine û hatine kuştin, vedikin. Hatîce Atabay diyar kir ku ew ê bîranîna jinên ku bi sedsalan e ji bo mafên jinan têdikoşin zindî bihêlin. Hatîce Atabay anî ziman ku wan ev pirtûkxane ava kiriye da ku jinên ciwan teşwîq bikin ku dîroka xwe hembêz bikin û ji bo pêşerojê berhemekê bihêlin.
"Em ê xebatên xwe yên ji bo jinan bidomîne"
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şûna wê qeyûm tayîn bûbû axivî û got: “Em ê xebata xwe ya li ser bingeha tiştên ku jin dixwazin û hewcedariyên wan pêk bînin. Em ê berxwedana xwe li deverên ku me ev proje lê bicîh anîne bidomînin. Îro, em di vekirina Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend de li Şaredariya Ebexê ne. Em pir bi heyecan û kêfxweş in ji ber ku hejmara van saziyan roj bi roj zêde dibe.”
Li gorî nûçeya Ajansa Welat piştî axaftinan, pirtûkxane bi birîna kûrdeleyê û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, çepik û tilîliyan hate vekirin. Jinan, li pirtûkxaneyê geriyan û bername bi gerandina govendê bi dawî bû.
(AY)

